English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-04 [11:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîtburoya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê civîna îro ku, taybet bi mîkanîzma helbijartinên serokkomar û pêkanîna hikûmeta Iraqê de bû belav kir.

Daxuyaniya Polîtburoya PDKê waha ye:

Îro 3.10.2018 Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya bi armanca pêdaçûna proseya siyasî ya Iraqê û rûdanên vê dawiyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî de kir.

Derbarê mîkanîzma hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, tekezî li ser wê dikin, ku Serokomar ji destkefta Kurd gelê Kurd e û ne pişkî ti aliyekî siyasî ye. Her dem di çarçova lihevkirina hêzên siyasî yên Kurdistanî dihat yekalîkirin. Ewê vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî ji bo yekalîkirina postê Serokomar, destpêkeke xirap e.

Ji ber yekê  , em vê postê û awayê danana vê carê bi nûneratî û destkeftê gelê Kurdistanê nizanin. Herwiha deriyek vekir ku xelkekî din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wê destkefta me bide.

PDKê bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dinire û beşdarî guftûgoyan jî bû, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi destkeftên xwe yên di destûrê de hatine pesendkirin behremend bin. Niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû bi hûrî dişopînin û dema xwe de biryara pêwîst didin.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

 

 





151 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad