English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-04 [01:45 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Serok Mesûd Barzanî piştevaniya xwe bo serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî nîşan da û ragihand, Ebdulmehdî dostê gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî îro bi telefonê bi serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re peyivî. Barzanî pîrozbahî lê kir û daxwaza serkeftinê jê re kir.

Barzanî her wiha anî ziman ku Adil Ebdulmehdî dostê gelê Kurdistanê ye û ew piştrast e ku Ebdulmehdî dê her dem berjewendiyên Iraq û Kurdistanê li ber çavan bigire ji ber wê jî ew di pêkanîna hikûmetê de piştevaniya Ebdulmehdî dike.

Serokomarê nû yê Iraqê Berhem Salih roja 2 vê mehê Adil Ebdulmehdî wek serokwezîrê nû yê Iraqê, bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kiribû.

 





244 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad