Hewlêr (ZNA) - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih civiya.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî civînek pêk anî û di civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmetê hatin gotûbêjkirin û herwiha hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser abendbûn bi destûrê û rêzgirtin li mafên pêkhateyahan hatiye kirin.
Lelay xoyewe hadî 'amrî, pîrozbayî serkewtinî hellbjardnekanî herêmî kurdistan bo perlemanî kurdistan le partî dîmukratî kurdistanî kird, hîway xwast hengawêkî karîger bêt bo berewpêşbirdnî barudoxekan.
Mesrûr Barzanî di derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragihand ku pêwîstî bi şeraket û hevsengî heye û daxwaz kir ku Hadî Amîrî li ser vê binemayê roleke karîger bigire.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di derbarê raspartina pêkanîna kabîneya nû bo Adil Ebdulmehdî ragihand ku ew hêvîdar in hemû hewl û xebat ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda bên kirin û herwiha kar bike bo dabînkirina xizmetgûzarî û başkirina jiyana welatiyên Iraqê.
328 car hatiye dîtin |