English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-05 [01:05 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro Înê 5.10.2018 Jina kurd a êzdî Nadya Murad û nûjdarê Kongoyî xelata Nobelê ya aûtiyê wergirtin.

Ji ber kar û çalakiyan wan di babeta tundûtîjî û destdirêjiya li himber jinan di şerên çekdarî de komîteya xelata Nobelê îro Înê xelata aştiyê da her yek ji Jina kurd a êzidî Nadya Murad û nûjdarê Kongyî.

Di wê rikberiya xelata Nobelê ya sala 2018 de 331 kes weke namzed hebûn, herwiha 115 rêxistin jî.

Nadya Murad, piştî dagîrkirina Şengalê, li 3yê/ Tebax a 2014yê wek koleyekê ji alîyê DAIŞê ve bazirganî pê hatibû kirin, piştî rizgarbûna wê jî li ser asta cîhanê gelek serok, mîr û şahên welatan pêşwazî lê kirin û li pêşiya civata asayîşa navnetewî jî de li 16 Îlon a 2015yê, dîtinên xwe yên li ser tawanên DAIŞê pêşkeş kir.

Di heman salê de û bi amadebûna sekreterê giştî yê NYê Ban Ki Moon û balyozên hejmareka welatên Cîhanê di merasîmekê wek nasnavê Balyoza niyeta pakîyê ji Nadya Murad re hat bexşîn.





127 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad