English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-05 [02:18 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li keça Kurd Nadiya Mûrad kir ku xelata Nobelê ya Aşitiyê wergirt.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku wêneyek gihiştiye destê BasNewsê, dibêje; ew xelat cihê şanazî û xweşhaliyê ye bo me û hemû gelê Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew xelat tenê ne bo takekesekî ye, bo hemû xweragirî û qurbaniyên Kurdên Êzdî û temamî gelê Kurdistanê ye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye;

Bi boneya bidestxistina Xelata Nobel a Aştiyê, ji dil ve em pîrozbahiyê li xatûn Nadiya Mûrad dikin, her weke ku hertim kar û çalakiyên wê cihê şanazî û kêfxweşia me bûn, dayîna Xelata Nobel a Aştiyê bi xatûn Nadiyayê jî cihê şanazî û kêfxweşiya me û hemû xelkê Kurdistanê ye.

Ev xelat ji ber wan hemû êş û azarên ku hatine serê wê û malbata wê, hinek dilê xatûn Nadiyayê aram bike, herwiha dilê xûşk û birayên Êzidî jî ji ber wê karesata ku hate serê wan, aram bike, çimku ev xelat tenê bo kesekê nîne, belku ji bo xeragirî û qurbaniyên Êzdiyan û tevahiya gelê Kurdistanê ye.”

Xatûn Nadiya Mûrad ku sembola qurbaniyên Êzdî û rûbirûbûna terorê û hilgirê peyama aştî û mirovatiyê ye di cîhanê de, hertim di kar û çalakiyên wê yên mirovî de, piştgiriya me ya temam pê re bûye û dê bibe jî. Em hêviya serkevtinê jê re dixwazin û careke din pîrozbahiyê li wê dikin.”

Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad û pizîşkê Kongoyî Denis Mucwege bo sala 2018ê hêjayî Xelata Nobel a Aşitiyê hatin dîtin.





139 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad