English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-28 [11:18 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li deverên Pîranşar û Serdeşt yên Rojhilatê Kurdistanê, kolberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Îro danê sibê li nêzîkî bajarê Pîranşarê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber fîşekan.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Xizir Mufîdî hat kuştin. Xizir xelkê gundê Guman yê Serdeştê û bavê zarokekî bû.

Duh jî li nêzîkî gundê Doletû yê Serdeştê komek kolber rastî êrişa pasdaran hatin, di wê êrişê de jî kolberek bi navê Resûl Husênzade birîndar bû. Resûl xelkê gundê Doletû yê Serdeştê ye.

 





79 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad