English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-28 [12:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamekî koma xiyanetkarên 16 Cotmeha par li hember biryara sekinandina hinartina petrola Kerkûkê bo Îranê bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, ewê li hember wê yekê bêdeng nemînin!

Roja 26 vê mehê ajansa Reutersê ji zarê çend berpirsên Iraqî ragihandibû, ji ber cezayên Amerîka li dijî Îranê, serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî biryar daye êdî nefta Kerkûkê nefiroşe Îranê.

Li ser vê yekê, endamê koma xiyaneta 16 Cotmehê û birazayê Mam Celal, Aras Cengî li ser rûpela xwe ya facebookê bi tundî nerazîbûn nîşan daye û gotiye, ew karekî ne exlaqî ye!

Aras Cengî, ku endamê sipaha padarên Îranê ye jî, wek pasdarekî berevanî li Îranê kiriye û gotiye, Îranê di dema reva 1991 de himbêza xwe bo me vekir, ji ber wê jî nabe em bê wefa bin. Divê em bi qasî şiyana xwe li dijî vê biryarê derkevin.

Piştî xiyaneta 16 Cotmeha par, hikûmeta Iraqê bi alîkariya Aras Cengî û hevalên wî rojane 30 hezar bermîl petrol bi tankeran dişand Îranê, beşek ji wê jî pişka Aras û bira û pismamên wî bû.

 





79 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad