English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-28 [02:21 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Artêşa Tirkiyê çeperên YPGê yên li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê da ber topan.

Ajansa Anadolu ragihandiye, îro artêşa Tirkiyê çeperên YPGê yên li gundê Zormixar yê Kobanî da ber topan.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî êrişa artêşa Tirkiyê piştrast kirine û ragihandine, artêşa Tirkiyê bi tank û topên giran gundên Zormixar, Xirab Eto, Çariqlî û Eşmê yên li rojavayê Kobanî topbaran kir.

Wan çavkaniyan agahiyên zêde belav nekirine.

Balkêş e ku êrişa îro yekser piştî civîna duh ya serokên Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanya ya li Stenbolê pêk hat. Ew civîn li ser rewşa Sûriyê hatibû kirin.





85 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad