English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-29 [10:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şanda li gel kir.

Li gor daxuyaniyekê di civînê de pêşhateyên siyasî û serbazî yê navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr û pêweniyên dîrokî di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêngaveke baş bû û hêvî kir ku, serokwezîrê nû di nêzîktirîn dem de pêkanîna hikûmetê temam bke.

Di beşeke dine ya civînê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî kir.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên herdu gelê Kurdistanû Rûsya kirin, derbarê vê yekê balyozê Rûsya amaje bi wê yekê kir serkirdeyên Rûsya rewşa kurdan û pêgeha Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragehand ku, Rûsya pêwendiyên bihêz li gel Hewlêrê hene û kar bo zêdekirina wan pêwendiyan li hemû waran de dike.

 





79 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad