English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-29 [11:16 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di çarçoveya civîna xwe de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîra Berevaniya Îtalya tekezî li ser berdewamiya alîkariya welatê xwe di warê mirovî û serbazî bo Herêma Kurdistanê kir.

Malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, roja Yekşemê 28.10. 2018ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Wezîra Berevaniya Îtalya Elisabetta Trenta û hejmarek efser û piledarên serbazî yên wî welatî pêkhatibû kir.

Di civînê de Wezîra Berevaniya Îtalya kêfxweşiya xwe bi vê serdana bo Kurdistanê aniye ziman û spasiya hikûmet û pêşmerge û xelkê Kurdistanê kiriye, ku bi wêrekî û qehremanî rûbirûyê metirsiya DAIŞê bûne û tekezî li ser berdewamiya alîlkariyên mirovî û serbazî yên Îtalya bo Herêma Kurdistanê û pêşxistina pêwnediyên herdu aliyan di hemû waran de jî kiriye.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkariyên mirovî û serbazî yên Îtalya bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya dijî DAIŞê de û di demên dijwar de kir û pesnê rola serokwezîrê berê yê Îtalya jî da, ku di demên zehmet de serdana Herêma Kurdistanê kir, herwiha tekezî li ser pêşxistin û xurtkirina pêwnediyên Herêma Kurdistanê û Îtalya di hemû waran de kirin û amadeyiya Herêma Kurdistanê bo her cure hevkarî û hêsankariyekê jî nîşan da.

Gotûbêjkirina geşedanên rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna herdu kabîneyên nû yên hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê, babetên din din ê hevdîtinê bûye.





79 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad