English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-29 [02:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê Pêşmergeyê şehîd Dr. Seîd Çurukaya di duyemîn salvegera şehîdbûna xwe de hat bibîranîn.

Wek nûnerê ofîsa Mesrûr Barzanî Karwan Mihemed Sabîr ku beşdarî merasîmê bû, di tora xwe ya civakî ya facebookê de ragehand, di merasîma salvegera şehîdbûna Dr. Seîd Çurukaya de gelek gotar û hatin pêşkeş kirin û hejmarek rewend û koçberên kurd ên li Almanyayê jî beşdar bûn.

Dr. Seîd Çurukaya xelkê navçeya Çewlîgê ya bakurê Kurdistanê ye û berê rêveberekî diyar û fermandarekî PKKê bû û di sala 1999ê ji PKKê cuda bû û di kongreya PKKê ya 7.mîn de ragehandibû ku: ‘’Ez ji bo demokrat kirina Tirkiyê tekoşîn nakim, ji ber ez bo azadiya Kurdistanê xebat dikim.’’

Dr. Seîd Çurukaya di destpêka êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Kurdistanê de vegeriya başûrê Kurdistanê û wek Pêşmergeyekî beşdarî şerê dijî DAIŞê bû. Lê roja 26.10.2016ê li gundê Tis Xerab a ser bi eniya Naweran, bombeyekî DAIŞê tê de teqiya û di encamê de Pêşmergeyê ji rojhilatê Kurdistanê Resûl Mihemedzade li cîhê bûyerê şehîd ket, Dr. Seîd Çurukaya jî birîndar bû û ew bi balefira ambulans rakirin Almanyayê lê roja 29.10.2018ê ji ber birîna wî pir giranbû şehîd bû.





85 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad