English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-29 [03:11 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, milîsên şîe bi behaneya sehkirinê ketin nav malên welatiyên kurd û ew êşandin.

Çavkaniyekî li Xurmatû ji BasNewsê re got, îro danê sibê milîsên şîe û hêzên taybet yên Iraqê bi behaneya sekirinê ketin nav malên kurdan yên li taxa Komarî ya bajêr.

Li gorî agahiyên wî jêderî, ew milîsên şîe qaşo li dû çend xortên kurd digeriyan û dixwastin wan bigirin lê tevahiya endamên wan malbatan êşandin û heqaret li wan kirin.

Piştî ku Xurmatû di encama xiyaneta 16 Cotmeha par de ji aliyê Heşda Şeibî ve hat dagîrkirin, beşek mezin ji kurdên bajêr koçber bûn. Ji ber ku fermana girtinê ya beşek ji wan hatiye dayîn, nikarin vegerin bajarê xwe.





82 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad