English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-30 [09:43 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Komisyona Bilind a Netewên Yekbûyî bo Karûbarên penaberan UNHCR ragehand ku,  rewşa Şingalê bo jiyanê û vegera koçberan ne  guncaw e.

Di daxuyaniyekê de ku taybet e bi hevkariyên nû yên hikûmeta Amerîka bo avakirina bajarên nû hatina avakirin ên Mûsil û navçeyên derdora wê, rêxistina UNHCR aşkere kir, erkekî zehmet û proseyeke dirêj bo avedankirina bajarên wek Mûsil, Rumadî pêwîst e.

Herwiha wê rêxistina ser bi Netewên yebûyî ve ragihand, navçeyên wek Şingal, deşta Nînewa û Enbarê hîna bi tevahî nehatine paqijkirin û xizmetguzariyên seretayî wek av û elektirîkê nîn in, ji ber wê ew navçe ne guncaw in bo koçber vegerin wan navçeyan.

Ji piştî bûyerên 16 Cotmehê, Şingal ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve tê birêvebirin û beşek mezin ji xelkê wî bajarî ji kêmbûna xizmetguzariyan û spandina ecindeyên aliyekî diyarkirî nerazî ne.





85 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad