English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-30 [05:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Lûtkeya G20 ya 13an îro li Buenos Airesa paytexta  Arjantînê dest pê kir.

Lûtkeya aboriyê G20 bo gotûbêjan îsal li Arjentînê birêve diçe. Di lûtkeyê de wê rêberên dewletên ku 85 ji sedê aborîya cîhanî temsîl dikin beşdariyê bikin. Beşdarên Lûtkeya G20, Afrîqaya Başûr, Amerîka, Arjantîn, Awistralya, Almanya, Brezîlya, Brîtanya, Çîn, Hindistan, Erebîstana Saudî, Endonezya, Fransa, Îtalya, Japonya, Kanada, Koreya Başûr, Meksîko, Rûsya, Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa (YE) ye.

Lûtkeya dawî ya 2017an li Hamburga Almanya li birêveçûbû.

Di lûtkeya îsal de dê bala cîhanê li ser hevdîtina Trump û Serokê Çînê Xi Jinping be.Her du rêber dê ser peymanên bazirganîyê danûstandinan bikin.

Herwiha Trump berî lûtkeyê dîyar kiribû jiber girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de wî hevdîtina bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re betal kiriye.

Koşka Sipî jî ragihandibû ku Trump dê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in re bi awayekî fermî necive.

Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman, piştî kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, dê bi Lûtkea G20 ya li Buenos Aires cara pêşî beşdarî civîneke navneteweyî bibe.

 





346 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad