English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-02 [12:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Biryare roja 10.12.2018ê 5.mîn festîvala navnetewî ya Hewlêrê ya şano birêve biçe û gelek grubên şanoyê yên welatên ereb û Ewropayê beşdariyê dikin.

Gelek grubên şanoyê yên welatên Urdin, Kuwêt, Tunis, Bexda, Elmanya û çend welateke din bi çend şanogeriyan ve beşdarî festîvalê dibin û biryare şanokarên biyanî di dawiya vê heftiyê û destpêka heftiya pêş bigehin Hewlêrê.

Herwaha gelek grubên şanoyê ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê beşdarî li festîvalê dikin û danê sibehan jî gelek panel dê li ser rewşa hunerî ya şanoyê birêve biçe.

Biryare festîval 5 rojan berdewam bike û roja dawiyê de jî şanoyên herî baş ên festîvalê dê bên xelat kirin.

Ji sala 2013ê ve her sal di meha Kanûnê de festîvala navnetewî ya Hewlêrê ya şano birêve diçe, hejmarek berçav a hunermend û şanokarên navdar ên Kurd û biyanî jî beşdar dibin.





880 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad