English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-07 [11:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Komek çiyavan û çalakvanên parastina jîngehê, di yekemîn geşta sala 2019 de çûn ser “Mezarên Nemiran” li devera Barzan ya Başûrê Kurdistanê.

Serokê dezgeha jîngehparêzî û çiyavaniyê ya Barzan, Enwer Dolemerî got, me di sala 2019 de geşt û gerrên xwe yên çiyavaniyê û jîngehparêziyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de em destpêkê çûn ser Mezarê Nemiran paşê me berê xwe da çiyayê Şîrîn.

Enwer Dolemerî her wiha got, em şevekê li çiyayê Şîrîn man û paşê em jê daketin. Gelekî sar bû lê gelekî jî xweş û balkêş bû.

Dolemerî spasiya hemû wan kesan kir ku di wê geştê de bi wan re bûne û alîkariya wan kirine.

Li gundê Barzan, goristana ku termên Mela Mistefa Barzanî û kurê wî Idrîs Barzanî tê de ne, wek “Mezarê Nemiran” tê naskirin.





55 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad