English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-03 [01:31 AM]

Hewlêr (PNA) - Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, 3 roj şîna giştî hat ragihandin.


Alîkarê Parêzgarê Helebce Kawe Elî ragihand, ji ber ku 18 kes ji malbateke Helebceyî di deryaya Ege de xeniqîne, biryar hatiye dayîn 3 roj şîna giştî were ragihandin.

Kawe Elî da zanîn, şîna giştî ji îro ve dest pê dike û got, alayên li ser avahiyên fermî heta nivî tên daxistin lê sazî û dezgeh vekirî dibin. 

Roja 1ê vê mehê, qeyîkek koçberên Başûrê Kurdistanê li deryaya Ege ya Tirkiyê de niqum bibû. Di wê qeyîkê de 20 endamên malbateke Helebceyî jî hebûn ku tenê 2 ji wan rizgar bibûn, yên din hemû xeniqîbûn. 

Di heyama çend rojên borî de, zêdetirî 100 kurdên Başûrê Kurdistanê, ku dixwazin derbasî Ewropa bibin, di rê de û li nav deryaya Ege de xeniqîn. Heta niha jî termê hinek ji wan nehatiye dîtin.
 





1375 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad