English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-20 [10:38 AM]

Hewlêr (ZNA) - Nûnerê Netewên Yekbûyî yê bo kirîza Sûriyê Staffan de Mistura eşkere kir, birêveçûna danûstandinên Cinêvê di dema xwe de pêk nayê û wan bi kêmanî pêwîstî bi 10 rojên din hene.



Staffan de Mistura herwiha got, di rastiyê de ew nikare roja 25 vê mehê bang li aliyên pêwendîdar bikin ku beşdarî civînên Cinêv-3 bibin.
 
De Mistura herwiha got, ew dê hewl bidin ku di nêzîktirîn dem de civîn dest pê bikin.
 
Nûnerê NY bo kirîza Sûriyê di berdewamiya axavtina xwe de da xuyakirin, bi kêmanî pêwîstiya wan bi 10 rojan heye ji bo ku ew bikaribin amadekariyan bikin û aliyên têkildarî bo civînan vexwînin.
 
Staffan de Mistura tekez kir, divê danûstandin serkevtî bin bi taybetî di warê gihandina alîkariyên mirovî û piştre jî pêkanîna agirbestê.

 





598 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad