English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-29 [12:06 PM]

Hewlêr (ZNA) – Aktorê navdarê sînemaya Hollywoodê Leonardo Dicaprio xelata baştirîn actor a Oskar 2016ê bi dest xist.


Îro duşemî 29ê Sibatê li bajarê Los Angelos a li eyaleta Kalîfornya ya Amerîakyê merasîma 88mîn festival xelatên Oskarê birêveçû û têde aktorê navdar Leoanrdo Dicaprio wek bihêztirîn kandîd, xelata baştirîna aktorê kur bo îsal bi dest xist.

Dicaprio ji ber lîstina di fîlma sînemayî ya The Revenant kandîdek bihêz bo wergirtina xelata baştirîn aktorê Oskar a îsal bû. Ew film di sala 2015ê de hatiye berhemanîn.

Dicaprio pêştir di fîlma navdar a Titanic de rolek sereke hebû. Çavdêrên ware sînemayê dibêjin, pêwîst bû pêştir ew xelat bi Leonardo Dicaprio hatiba dan.

Dicaprio pêştir ji ber lîstina di fîlmên Whats Eating Gilbert Grape, The Aviator, Blood Diamond û The Wolf of Wall Street bo wergirtina xelata Oskarê bibû kandîd, lê belê nekarîbû wê xelatê bi dest bîne.

 





652 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî No date
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad